Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayan banghjiya mangirtina seranserî kirin

11:16 - 17 Şibat 2026

Roja Duşemî 16ê Şibatê, Şêwreya Hevahengî ya Senîkaya Mamostayan bi belavkirina daxiyaniyekê daxwaza mangirtina seranserî li jêr navê “ bo kursiyên betalmayî bo xeyalên bi nîvemayî” li roja Çarşemî 18ê Şibatê beranber bi 29ê Rêbendanê de kirine.

Vê Şêwrayê li daxiyaniya xwe de ragihandin e ku armanca vê mangirtînê, nîşandana nerizayetî li hember canjidestdana zêdetir ji 230 zarok û nûgihanên li nerizayetiyên Befranbarê û herwisa tazîgirtina seranserî ye.

Li vê daxuyaniyê de daxwaz ji mamostayan, malbatên zarokan û tevahiya xelkê jî kirine ku bo kêmkirina êş û kedera nav dilê malbatên şehîdan, tevlî vê mangirtinê bibin û ragihandine ku xwendevan li ser şeqaman ti ewlehiyek nînin û xwendingeh di cihê navenda hînkariyê, bûne girtîgeh.

Yekîtiya Perwerdeya Netewî ya Birîtaniyayê anku “National Education Union – NEU” bi şandina nameyeke fermî bo Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayan, tevî nîşandana piştevanî û yekgirtin digel wan, kuştina û girtina berfireh li Îranê de şemezar kirin û tekezî li ser neçarkirina rêjîmê bo bersivdanê kirine.