Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi hêzeke zêde û bi tundûtîjuyek hovane êrîşkirie ser gundê Çinarê

11:24 - 17 Şibat 2026

Pêka dawî raporên belavbûyî, demjimêr 4ê sibêdeha roja Duşemî 16ê Şibatê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bi karwaneke 70 maşînan ku ji maşînên zirêpoş, wen, minbos û maşênên serbazî ku çekên doşkeyan li ser danîbûn, êrîş kirine ser gundê Çinarê ser bi devera Şêx Esedabad a bajarê Hemedanê û bi awayekî hovane, xelkê wî gundî ji zarok û jinan ve heta kal û bi temen ve bi tundûtîjiyek hovane kutan û zêdetir ji 400 kes ji wan jin û zarok û kal û bi temenan, binçav kirine.

Pêka wan raporan, karbidestên rêjîmê hejmareke zêde ji wan jin û zarokan piştî kutaneke nemirovane li qefesan xistine û piştî gerandin li nav gund de bo binkeya kelanteriya rêjîmê veguhastine.

Înterneta gundê Çinar a Şêx Esedabad ku yek ji navendên destpêkirin a serhildana li befranbara îsal de bû, hatiye qutkirin û rêyên hatinûçonê li jêr kontrola tund a hêzên ewlehiya rêjîmê de ne û canê xelkê vê deverê bi micidî li jêr gefan de ye.