Pêka rapora “EURO NEWS”ê dadverê reşnav ê rêjîmê Ebulqasim Selewatî, serokê taya 15 a dadgeha inqilab a rêjîmê, li kombûnên online de sizaya bidarvekirinê bi ser 14 neraziyên binçavkirî de sepandiye.
Hatiye baskirin ku dadgehîkirinê wiha lezgîn û sepandina bi lez a bidarvekirinê bi ser neraziyên binçavkirî, bi awayê online û li girûpên 14 kesî yên girtiyan bi rê ve diçin û sizaya bidarvekirinê bi kom bo ser wan de tê sepandin.
Pêka vê raporê, hejmareke ji wan girtiyan, bi birîndarî hatine îşkencekirin û ti pêregihîştineke pizîşkî jî bo wan nehatiye kirin û li jêr hovanetirîn îşkenceyan de îtirafkirinên bi zorê bi wan dane wajokirin.