“Lindsy Graham” Senatorê payebilind ê Komarîxwazên Amerîkayê li hevpeyvîn digel rojnameya Îsraîlî ya “Juresalm post” de tekez kir û huşdarî da, hekî rêjîma Îranê vê carê bikare xwe ji herifînê rizgar bike, girêbesta Îbrahîm dê hilveşe û baweiya bi Amerîkayê jî zêdetir ji derkevtina li Efxanisatnê dê derbe pê bikeve.
Herwisa navbrî tevî îşarekirin bi vê yekê ku rêjîma Îranê li devedevê herifênê de ye tekez kir ku dibe Amerîka sozên xwe li hember xelkê Îranê cîbicî bike neku li Îranê de trajêdiyên ji yên Efxanistanê xirabtir dê biqewimin û hemas û milîsên din jî dê careke din bihêz bibin û kiryarên xwe yên terorîstî berdewam bikin û careke din bi ser Îsraîlê de dê bibin gef.