Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çileya Şehîdên Befranbarê tevî rewşa ewlehî bi rê ve çon

10:42 - 18 Şibat 2026

Li Çileya Şehîdên Befranbarê de li pitira bajar û deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rêûresma vebîranîn a şehîdên heyva Befranbara 1404 bi rê çone û rêjîma Îranê bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de hewla milîtarîzekirina bajaran û goristanên wan bajaran dane û li bajarê Awdanadê de jî teqe li kesên nav kombûna Çileya Şehîdên Befranbarê kirine.

Pêka dawî raporên li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rêjîmê bi zirêpoş û çekên şer bi taybet bi maşînên teyarkirî bi çekên wek doşke li nav şeqamên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet li bajarên “Sine û Awdanan”ê de dor lêdane.

Li çileya wan şehîdan de xelk bi cihê taziyê çepikan lê didin durûşma bimre xamineyî didin û didin xuya xwîna wan li pêxema dozek pîroz de hatiye rijandin û ev doz berdewam e.

Herwisa li bajarên din ên Îranê de jî xelkê Çileya Şehêdên Befranbarê bi awayekî berfireh bi rê ve birine û tevê givaşên ewlehî bi ser wan de ev rêresm bi rê ve çone û beşdarbûyan û malbatên wan şehîdan bi cihê giryan û tazîgirtinê, çepik lêdane û sirûda azadi azadî strandine.

Xelkê li çend bajarên Rojhilatên Kurdistanê wek bajarê Awdananê, nerizayetî lidar xistine û li bajarên din ên Îranê de jî hêzên rêjîmê bi motorsîklêt û maşênên serbazî li nav bajaran de dor lêdane û xelkê jî li bajarên wek meşhed û Îsfehanê de kombûnên nerizayetiyê bi rê ve birin.