Berpirsên rêjîma Îranê bi bêşermiyeke bê minak li dîroka mirovahiyê de îdia dikin ku tazîdarê wan kesên hatinî kuştinê ne ku bi fermana wan li ser şeqaman bi hovanetirîn şêwazê komkuj kirine û xwe li encamdana wan cinayetên hovane de bi bêtawan dihesibîne û wan bi zarokên xwe yên şehîd binav dikin.
Elî Xamineyî yê cinayetkar li roja Sêşemî 17ê Şibatê de bi bêşeramnetirîn şêwan û henekkirin bi xwîna şehîdên serhildanê, gotiye, “kesên bêtawan ên ku li pêvajoya tepeserkirina nerizayetiyan de bi gulleyên ku ji her aliyekê ve hatibin teqandin canê xwe ji dest dabin, li encama fitneya dujmin e û ev zarokên me yên şehîd in”.
Herwisa Mesûd Pizişkiyan serkomarê çewtekar ê rêjîmê û pasdarê cinayetkar Mihemedbaqir Qalîbaf ê serokê meclîsa rêjîmê bi henekkirin û bêrîzîkirineke bêşermane de kuştiyên serhildanê bi zarokên xwe yên şehîd binav kirine û îdiaya tazîdarbûnê dikin, li halekê de bi fermana Elî Xamineyê û birêveberiya wan hatine komkujkirin.
Ev axaftinên wan cinayetkaran bêşermanetirîn bêrêzî bi xelkê Kurdistan, Îranê bi taybet serhildêran, şehîdan û malbatên wan e.