Pêka raporeke belavbûyî, tîmeke ser bi wezareta îtillaat a rêjîmê kombûnek li bajarê Seqizê li jêr navê geşeya aborî û aramiya civakî lidar xistine û bi cihê baskirin li ser wan mijaran, li ser mijarên taybet bi ewheiya rêjîmê û dijî sîxurîkirinê axivîne û ti basek li ser mijara aborî nekirine.
Li halekê de pitira xelk amade nîne li kombûnên rêjîmê de beşdariyê bike, bi fêlên wiha gemar hewla rakêşana xelkê bo kombûnan îtilaatê dane û vê yekeya dijesîxurî ya îtilaata rêjîmê bi wî awayî, hewl dane ku karmendên îdareyan û birêveberên wan, hunermend û dêhyar û endamê şêwreya gundan, çalakvanên medenî û aborî û herwisa rojnamevan bo vê kombûnê rakêşin.
Pêka gotina beşdarbûyan ti basek li geşeya aborî nehatiye kirin û bi tenê mjar li ser aloziyên li sînoran, mijarên sîxurîkirin û şêwaza balkêşandina xelkê ji aliyê torên ewlehî yên biyanî û huşdarîdan li vê derheqê de bûye.
Pêka gotina xelkê, tevî vê fêla rêjîmê, dîsan jî beşdarî li vê kombûnê de gelek kêm bûye.