Roja Çarşemî 18ê Şibatê Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li derheq teqîna maşîneke vê hizbê li Kelewananê daxuyaniyek belav kir.
Komelê li vê daxûyaniyê de ragihandiye: Em raya giştî agehdar dikin ku li êwara roja Çarşemî 29ê Rêbendana 1404 a Rojî, li bûyereke cihê şik û gumanê de maşîneke Komelê li ser rêya li navbera Silêmanî bo Dukanê teqiyaye û mixabin pêşmergeyekî Komelê yê bi navê “Seîd(Hêriş) Rencberî” canê xwe ji dest daye û Pêşmergeyekî din jî bi navê “Aram Behramî” birîndar bûye ku bi keyfxweşiyê ve rewşa tenduristiya wî baş e.
Komelê bi vê bonê sersaxiyê dibêjne malbat û hevalên wî pêşmergê can ji destdayî û xelkê devera Leylaxê û hêviya başbûnê bo birîndarê vê bûyerê dixwaze. Asayîşa Silêmaniyê û Emniyeta Komelê, mijûlê lêkolîn li ser vê bûyerê ne û li daxiyaniyeke din de dê raya giştî li vê derheqê de agehdar bikin.
Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê
Sikirtariyeta Komîteya Navendî
18ê Şibata 2026