Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 16 girtiyên din jî tenê di rojekê de bidar vekirin

10:09 - 19 Şibat 2026

Navenda Mafên mirovî ya Îranê bi belavkirina raporekê, da zanîn ku 11 girtî li roja Çarşemî 18ê Şibatê li girtîgehên xwe de bidar vekirin, û herwisa 5 girtiyên din jî li çend rojên pêştir de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê, li roja Çarşemî 18ê Şibatê, “Duşenbe Tacîk, Xudayar Cehantîx, Murtiza Efraştê, Celîl Şemsî, Elî Sefarecebiyan, Êmad Zêydî, Yasir Qasimî,Mêysem Reûfî, Mecîd Tevekulî û Îsmaîl Kelhurî”, bi rêzeyê de li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Çabihar, Kaşmer, Meşhed, Damixan, Gunabad, Bûşêhr, Şehrê Kurd, Melayir, Sebzêwar, Mehabad û Lahîcan”ê de hatine bidarvekirin.

Heriwsa li 17ê Şibatê de “Muhsin Sêyidî û Resûl xanî” li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê û li 15ê Şibatê, “Esxer Fethî û  Îrfan Salihî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Îsfehanê û Îhsan Recebî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kaşanê de hatine bidarvekirin.