Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê 18 berpirsên qutkirina înterneta Îranê, li lîstê dorpêçên Amerîkayê de hatine tomarkirin

11:21 - 19 Şibat 2026

Li berdewamiya givaşxistina herî zêde bo ser rêjîma Îranê, li roja Çarşemî 18ê Şibatê, Wezareta Derve ya Amerîkayê navê 18 berpirs û birêveberên qutkirina înterneta Îranê li lîstê dorpêçên nû bi ser rêjîma Îranê de tomar kirin ku dê niha şûnda astengî bo malbatên wan jî li dema serdana Amerîkayê çê dibe û çona wan bo Amerîkayê jî hate qedexekirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku vê dorpêçê, kesên ku li binpêkirina micid a mafên mirovî bi taybet sînordarkirina mafê azadiya gotinê û kombûnên aştixwazane û qutkirina berfreh a înternetê de rol hebûne, kirine armanc û xistine nava dorpêçê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku rêjîma Îranê bi qutkirina înternetê û tepeserkirina tundûtîj, mafên bingehîn ên xelkê xwe binpê dike û Amerîka li kêleka xelkê Îranê sekiniye da ku ev cinayetkar nekarin qazancên hatina bo Amerîkayê bi dest xwe ve bînin.