Piştî bêencambûna danûstandina li navera Amerîka û rêjîma Îranê, Amerîkayê zêdetir ji 50 balafirên pêşketî ên cura F35, F22 û F16, li roja Sêşemî 17ê Şibatê, bo Rojhilata Navîn ve şandin û pêştir jî çendîn balafirên barhilgir û yên curên Awaks jî bo Rojhilata navîn şandine.
Amerîkayê pêştir ragihandibû ku li egera lihevnekirinek bi wec bi Îranê re, dê rêjîma Îranê rastî pêşhatên gelek dijwar bibe.
Li vê derheqê de “Karolayn Lêvît”, Berdevka Koşka Sipî ragihand ku li danûstandina navkî de ti pêşketinek baş çê nebûye û li hinek mijaran de mewda gelek zêde ye.
Berdevka Koşka Sipî li derheq egera êrîşa Amerîka bo ser rêjîma Îranê de jî got ku “gelek sedem û belge û hêcet bo êrîşkirin bi ser rêjîma Îranê hene”.