Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê mijûlê nûjenkirin û veşartina navendên navkî ye

11:24 - 19 Şibat 2026

Rêjîma Îranê bi lezgînî mijûlê nûjenkirin û veşartina binkeya navkî ya Parçînê ye, ev navendeke hestiyar a navkî ye ku zêdetir ji 20 salan berî niha ve rêjîmê teqînên navkî li vê binkeya hestiyar de ceribandine.

Pêka rapora Reutersê rêjîma Îranê ji 13ê Desember anku li destpêka zistana 1404 a Rojî, dest bi nûjenkirina banê vê navenda navkî kiriye û bi bêtonê banê vê qahîm kiriye û li heyva Rêbendanê de bi rijandina axê bi ser de ev veşartiye.

Damezraweya Zanist û Ewlehiya Netewî jî ev yek piştrast kiriye û Dêyvîd Albrayt ê damezrênerê vê yekeya zanistî-ewlehî gotiye: “Demdirêjkirina danûstandinan hinek qazanc bo rêjîma Îranê hene û rêjîm li 2-3 heftiyên derbasbûyî de mijûlê peçavtina vê navenda nû ya navkî ya bi navê Taliqan 2 bûye, axek zêde li ber dest hene û ev navenda navkî li demek kurt de dê bibe navendeke veşartî ku bi awayekî berçav ji bombebaranên esmanî parastî dimîne.