“JD Vance” Cihgirê Serkomarê Amerîka ragihand, li hinek aliyan de kombûn digel danûstankarên rêjîma Îranê bi pêş ve ço û wan erê kirin ku careke din hevdîtin bê kirin, lê li warên din de bi rohnî hate dîtin ku rêjîma Îranê amade nîne hêlên sor ên Amerîkayê ku ji aliyê Donald Trump ve hatibûne diyarî kirin erê bikin û li vê derheqê de danûstandinê bikin.
Tevî ku “JD Wance” ti îşareyek bi hûrdekariyên hêlên sor ên Donald Trump nekiriye, lê danûstankarên rêjîma Îranê bi tenê erê kirine ku careke din danûstandinê bikin û rewşa nerohn a vê danûstandin her bi nerohnî maye.
Ji aliyê din ve rêjîma Îranê ragihandiye ku Amerîka li vê danûstandinê de micid bûye, lê ti zanyariyek din aşkera nekirine û bi tenê ragihandine ku diyalog erênî bûye û pêvajoya lihevkirinê dest pê kiriye, lê em nikarin bi lez bigehne ti lihevkirinekê.
Piştî vê danûstandina bê encam, “Kirîs Rayt”, Wezîrê Wize yê Amerîkayê li 18ê Şibatê ragihand: “bi ti awayekê em derfetê nadin rêjîma Îranê ku bikare çeka navkî bi dest xwe ve bîne”.