Piştî cinayetkariyên rêjîmê bi dijî mirovahiyê li heyva Befranbarê, çileya hezaran şehîdên befranbarê bi awyê berfireh li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve diçin û xelkê bi amadebûn li ser qora wan an kombûna wan li hinek cihên taybet, yada wan bi bilind radigrin lê, ne digrîn û ne taziyê dikin, çepikan lê didin û sirûdên serhildanê disirtînin.
Bi taybet li bajrên Rojhilatê Kurdistanê li deverên wek, Îlam, Kirmaşan, Melekşa û Luristanê de bajar û goristan bi berdewamî têne milîtarîzekirin û hewla rêgirîkirin li kombûna xelkê tazîdar û malbatên jankêşandiyên Şehîdên Befranmbarê dikin lê tevî wan hemû hewlên rêjîmê, çileya Şehîdên Befranbarê wek serîneçemandinek dubare bi rê ve diçin.
Pêka dawî raporan, hêzên rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê de bi taybet li bajarên wek Awdananê, teqe li xelkê dikin.