Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Lehistanê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Îranê de kir ku bi lezgînî ji Îranê derkevin

17:27 - 19 Şibat 2026

Pêka raporên belavbûyî “Donald Task” Serokwezîrê Lehistanê, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de rû bi xelkê xwe yên ku li Îranê de ne hûşdarî daye ku bi lezgînî ji Îranê derkevin û egera qewînîna şer û nemana derfeta derketin jî Îranê heye, lewma dibe bi lezgînî ji Îranê derkevin.

Navbirî tekez kiriye ku bi lezgînî ji Îranê derkevin û welatiyên din ên Lehistanê jî bi ti awayek serdana Îranê nekin.

Piştî hatina hêzeke zêdetir a asmanî û deryayî ya Amerîka bo Rojhilata Navîn û zêdebûna berdewam a wan hêzan, Serokwezîrê Lehistanê ev peyam wek huşdarîdanek rû bi welatiyên xwe belav kiriye.