Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 512 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, Manşêta li jêr navê “Qedera me hemiyan yêk e” dikeve ber çavan.
Rûpela 2 - Daxuyaniya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi hilkefta derbasbûna 47 sal ji serkevtina şoreşa 1357ê hatiye weşandin.
Rûpela 3 a vê hejmara Agirî hatiye terxankirin bo (Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq çileya Şehîdên Befranbara îsal).
Rûpela 4 - Gotara - Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê: Hêmaya Desthilatê yan çeperek ji bo
berxwedanê?, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpelêm 5 - Gotara - «Terora ramanê û kuştina nasnameyê»ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 6 – Gotara – Çarenivîsa Kurdistanê li Çarxera Encamparêzî/Navenda Pêvajoyê, ji nivîsa Kawe Ahengerî û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 7 ê de gotara - Zimanê Dayikê, Keleha Azadiyê: Ji Berxwedana Çandî heya Mafê Diyarkirina Çarenûsa Kurdistanê, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 a hejmara 512 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel rêzdar Hevpeyvîna taybet a rojnameya Agirî bi rêzdar Dara Natiq çalakvanê siyasî, li ser danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê, encam daye.
Rûpela 9 - Gotara - “Welatparêzî: Pîvana Siyasî û Çandî ya Kurdistanê”, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 10 – Kempeyna “Zimanê min, nasnameya min e” Bangewaza Navenda Rêkxirawên Medenî yên Rojhilatê Kurdistanê ye bi hilkefta roja cîhanî a zimanê dayîkê.
Herwisa li rûpela 10 ê de kurte gotarekî Dr. Mecîd Heqî bi bi boneya koça dawî a rewşenbîrê Kurd seydayê mezin Mihemed Emin Bozerselan belav bûye.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 512 a Rojnameya Agirî, postêreke li jêr navê “Zimanê Kurdî nasnama me ye”, bi hilkefta roja cîhanî a zimanê dayîkê ye, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.