Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Ziman sitûna nasnameya me a neyewî ye

11:04 - 21 Şibat 2026

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 21ê Şibatê, Roja Cîhanî a Zimanê Dayîkê, peyamek belav kir.

Deq peyamê wiha ye:

Li Roja Cîhanî a Zimanê Dayîkê de ez silavek germ dişînim bo hemû têkoşerên ku li pêxema parastin û geşeya zimanê Kurdî de xebatê dikin.

Bo me Kurdan, ziman bi tenê alava axaftinê nîne, belku sitûna nasnameya me a neteweyî ye û kela berevanî û parastina ji hebûna civakî û siyasiya me ye.

Bo mirovahiyê cihê şermê ye ku li vê serdemê de hêj zarokên Kurd û netewên ne-Fars ên Îranê, ji destpêkîtirîn mafên sirûştiye xwe ku perwerde û hînkarî bi zimanê dayîkê ye, hatine bêparkirin.

Ev siyaseta sîstematîk bo jinavbirîna nasnameya netewî û asimîlasiyona kultûrên cuda ye û hewce ye civaka navnetewî li hember vê siyasetê, bêdeng nebe.

Îsal, bi bîranîna vê yadê hevdem digel birînên kûr ên heyva derbasbûyî ya Kirmaşan, Îlam û Luristana qehreman e. ev parêzgahane li xwenîşandanên vê dawiyê de bûne meydana qurbanîdanê û hezaran xortên qehreman hatine şehîd û birîndarkirin. Vê xwîna paqîj a li wir rijyayî, da selimandin ku daxwaza azadî û parastina nasname, ji hev naqetin. Mangirtina seranserî ya gelê me ku li ser banghêjiya 7 hizbên Rojhilatê Kurdistanê bo piştevanîkirin li wan 3 parêzgehan bi rê ve ço, nîşaneya yekrêziya polayîn a netewa me bû.

Li vê bîranînê de em soza xwe nû dikin ku heta gihîştin bi mafên xwe yên netewî ku perwerde û hînkarî bi zimanê dayîkê yek ji wan e, dê li xebatkirinê berdewam bin.

Mistefa Hicrî

Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

20ê Şibata 2026