Roja Pêncşemî 19ê Şibatê, heyeteke payebilind a Parlemana Birîtaniyayê bi serokatiya rêzdar “Jim Shannon, endamê Parlema Birîtaniya û serokê girûpa Parlemanî ya Hemû Hizb û Olan bo Azadiya Navnetwî ya Ol û Baweran anku “APPG”, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir.
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi germî pêşwazî ji vê şanda Birîtaniya kir.
Li vê hevdîtinê de rêzdar Mistefa Hicrî, gelek hûrdekariyên li derheq rewşa siyasî a niha ya Îran û Kurdistanê yên wek şirovekirinek kûr li ser geuherînên civakî û siyasî yên çend salên derbasbûyî, kirin, Herwisa îşare bi tevgera “Jin Jiyan Azadî” û karlêkeriyên vê yên demdirêj bi ser jiyana siyasiya Îran û Kurdistanê û rola bi bandor a Hizba Dêmokrat li vê tevgerê de kir.
Li beşek din a vê kombûnê de Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat bas li siyasetên giştî yên Hizba Dêmokrat kir ku ji pêbendbûn bi dêmokrasî, mafên mirovî, vekheviya netewî û olî û çareseriya dêmokratîk a pirsa Kurd li Îranek dêmokratîk, federal û sikolar de kir.
Yek ji xalên giring ên vê kombûnê, rohnkirinên rêzdar Mistefa Hicrî li derheq pêkanîna “Navenda Diyalog” li navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bû ku pêngawek dîrokî bo yekgirtina hêzên Kurdistanî ye û armanc ev e ku bi dijî komara îslamî û li pêxema bidestveanîna mafên netewî û dêmokratîk ên gelê Kurd, xebatek hevpartir û bi bandortir bike.
Rêzdar “Jim Shannon” tevî pêzanîn û pesendkirina xebat û piştevanîkirina gelê Kurd ji Azadî, dêmokrasî û mafên mirovî, tekezî li ser giringiya yekgirtina Hizbên Kurdistanî kir û ev bi pêngawek erênî bo bihêzkirina tevgera rizgarîxwaziya Kurd binav kir.
Navbirî piştevaniya xwe û Parlemana Birîtaniyayê bo hewlên Hizba Dêmokrat û hevpeymanên vê bo gihîştin bi mafên rewa yên Kurd, dubare kir û soz da ku hevkarî û alîgirîkirina bo paşeroja xebata Kurd li asta navnetewî de bidomîne.
Li dawiya hevdîtinê de herduk aliyan bo giringîdana hevkarî li navbera nûneratiya Kurdî û damezraweyên parlemanî û medeniyên Birêtaniyayê, tekezî bi ser giringiya berdewambûn a wan cure hevdîtinan kirin.