Donald Trump, Serkomarê Amerîkayê li derheq îdiayên Elî Xamineyî ku gotibû şerê digel Amerîkayê dê şerek deverî be, li hevpeyvîn digel nûçegihanê “FOX NEWS”ê de got: “ Ti hegerek heye ku ev axaftinên wiha neke û dikare wiha bibêje, lê heta çend rojên din mezitirîn û bihêztirîn gemiyên şerker ên cîhanê dê li Rojhilata Navîn de cihgîr dibin, ez hivî dikim ku lihevkirin çê bibe û hekî ti lihevkirinek neyê kirin, vê demê dê xuya bike ku îdiaya Elî Xamineyî rast e an ne.
li vê derheqê de “Jean-Noel Barrot” ê Wezîrê Ewropa û Wezîrê Derve yê Firansê, ragihand ku niha top li meydana Îranê de ye û rêjîma Îranê dibe li navbera şer an lihevkirin digel Amerîkayê yekê hilbijêre û Amerîka niha li rewşekê de ye ku dikare operasiyonên serbazî bi dijî rêjîma Îranê ku niha li lawaztirîn û bêhêztirîn rewşa xwe de ye encam bide û daxwaziyên Amerîkayê, daxwaziyên Ewropayê ne.
Navbirî bi tekezî ragihand ku encamdana cinayet bi dijî mirovahî li Îranê jî bersiv namîne.