Saziya “Amnesty International” anku Lêbihorîna Navnetewî ragihand ku pêka hinek belgeyên ku li derheq zêdetir ji 30 neraziyên li girtîgehên rêjîmê de ku 2 ji wan zarokên temen 17 salî ne kom kirine ku piştî tepeserkirina nerizayetiyên Befranbarê hatine dadgehîkirinê û li jêr gefa bidarvekirinê de ne.
Vê saziya mafên mirovî bi belavkirina daxuyaniyekê li roja Înê 20ê Şibatê, daye zanîn ku zêdetir ji 8 girtî ji wan neraziyan, li çend heftiyên piştî binçavkirinê de hatine dadgehîkirin û sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.
Pêka rapora “EURO NEWS”ê ya çend rojan berî niha, dadverê reşnav ê rêjîmê “Ebulqasim Selewatî” serokê taya 15 a dadgeha inqilab a rêjîmê, li kombûnên online de sizaya bidarvekirinê bi ser 14 neraziyên binçavkirî de sepandiye.