Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser 10an xwenîşanderan de sepand

11:41 - 21 Şibat 2026

Saziya Mafên Mirovî ya Îranê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser 26 xwenîşanderan de sepand ku 2 ji wan zarok in û 100an kesên din jî ku beşek ji wan zarok in rastî tohmetên giran hatine ku bi vê sedemê li jêr gefa sepandina sizaya bidarvekirinê de ne.

Pêka vê raporê, girtî û malbatên wan ji aliyê rêjîmê ve li jêr givaşê dene da ku vê rewşê midyayî nekin.

Mehmûd Emirîmuqeddem, birêveberê vê saziyê, metirsiya bidarveklirinan “rast û nêzî cîbicîkirinê” daye zanîn û gotiye ku sepandina wan sizayan bi pêka îtirafkirinên bi zorê li jêr îşkencekirinan û bê parastina standardên dadweriyê bûne.