Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavoka “The Wall Street Journal” li derheq şerê Amerîka digel rêjîma Îranê raporek belav kir

11:57 - 21 Şibat 2026

Li dawî rapora “The Wall Street Journal” li derheq bernameya Donald Trump bo şer digel rêjîma Îranê de hatiye ku Donald Trump li pey êrîşkirinek sînordar bo ser rêjîma Îranê ye da ku rêjîma Îranê neçar bi erêkirina mercên Amerîkayê bike.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku hekî rêjîma Îranê mercên Amerîkayê erê neke, li destpêkê de binkeyên serbazî û bînayên hikûmî yên rêjîmê dê bibin armanc û hekî piştî vê êrîşa sînordar rêjîma Îranê dîsan mercên Amerîkayê erê neke, qonaxa 2 ya êrîşa Amerîka bo ser rêjîma Îranê bi armanca jinavbirina rêjîma Îslamiya Îranê dê dest pê bike.