Mike Pens, cihgirê berê yê Donald Trump, bi belavkirina peyemek gelek tund li tora civakiya “X” de ragihand ku niha dema danûstandin digel rêjîma Îranê nîne, rêjîma Îranê mezintirîn piştevanê terorîzma hikûmî ye û ev rêjîma dibe ji nav here an nirxa kiryarên xwe bide.
Herwisa navbirî tekez kir ku piştî dehikan ku rêjîma Îranê wek pêşengê piştevanîkirina hikûmî ya terorîzmê tê naskirin û bi tundûtîjîxistin li deverê û bi dijî xelkê xwe û gefxwarinên li Îsraîl û Amerîkayê zêde dike, êdî dema axaftinê nîne, dema vê hatiye ku axund ji Têhranê paşve herin an nirxa vê bidin.
Peyama gelek tund a Cihgirê berê yê Donald Trump li halekê de ku rêjîma Îranê bi hemû rêyan û fêlan li pey qazanckirina dem bo man li desthilat û xwerizgarkirin ji herifînê ye û hêzeke bêmînak a esmanî û deryayiya Amerîka li Rojhilata Navîn de cihgîr bûye û her rojê ev hêz zêdetir dibe.