Karnasên mafên mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî daxwaz ji rêjîma îslamiya Îranê kirin ku li derheq qeder û cihê ragirtina girtiyên ku li heyva Befranbarê hatine binçavkirin an hatine bêserûşûnkirin, bi awayekî rohn rabigehîne û tevaviya sizayên sepandî yên bidarvekirinê û birêvebirina sizayên sepandî yên pêwendîdar bi nerizaytiyan bisekinîne.
May Sato, Nûnera Taybet a Saziya Netewên Yekgirtî li Karûbarên Mafên Mirovî ya Îranê jî hevdem li tora civakiya “X” de belav kir: “piraniya kesên ku li nerizayetiyan de hatine kuştin a girtinê, xelkê asayî yên medenî ne ên wek zarokan û kesên ser bi etnîk û olên cuda cuda nav de hene.
May Sato ev yeka jî ragihand ku li nav wan kuştî û birîndaran de parêzerên ku dixwestin ji neraziyan berevaniyê bikin, kadrên dermanî ku birînên birîndaran derman kirine, rojnamevan, nivîskar, hunermend û parêzerên mafên mirovî jî hene.
Herwisa navbirî ragihandiye ku piştî derbasbûna zêdetir ji 40 roj ji tepeserkirina bi xwîn a nerizayetiyên heyva Befranbarê, hêj hêzên ewlehî li şeqaman de mane û mobaylên xelkê vedikolin.