Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump rewşa xelkê Îranê bi trajêdiya binav kir

16:31 - 21 Şibat 2026

Donald Trump li roja Înê 20ê Şibatê li koşka Sipî de ragihand ku li xwenîşandanên nerizayetî ya Befanbarê de zêdetir ji 32 hezar kes hatine kuştin, rewşa xelkê Îranê trajêdiya ye û 32 hezar kes li demek kurt de hatine kuştin.

Ev yekem car e ku Donald Trump, li derheq rêjeya Kuştiyên bi destê rêjîma Îranê li xwenîşandanên li heyva Befranbarê de diaxive.

Herwisa Donald Trump ragihand ku li navbera xelkê û rêjîmê de gelek cudatî hene û xelkê Îranê li dojehekê de dijîn.

Serkomarê Amerîkayê li derheq bidarvekirina de jî got ku rêjîma Îranê girtiyan bidar divekin û bi alavên bilindkirinê bilind dikin û li meydanan de digerînin, min bo wan peyam şand ku hekî heta girtiyek jî bê bidarvekirinê, ezê êrîşê ser wan bikim û wan jî bidarvekirin sekinandin û heta niha ya tê xuya, kesek bidar nevekirine.