Li pêvajoya xwenîşandanên piştevankirina gelê Kurd li serhildan û berxwedana gelê Kurd li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li çendîn welatên cihanê bi beşdariya hejmarek ji xelkê wan welatan, xwenîşandanên berfireh li çendîn bajaran de berdewam bûne.
Li vê derheqê de li bajarên “Koln, Bon û Nornbêrg”ê li Alman, bajarê Newkasel li Birîtaniyayê, bajarê Stockholm li Swêdê û bajarên “Sîdnî û Pêrt” li Ustraliya, bi beşdariya hezaran kes ji xelkê Kurd ên 4 aliyên Kurdistanê alaya Kurdistanê hatine bilindkirin û li çendîn bajaran de xelkê ser bi netewên din ên Îranê wek gelê Belûç li wan xwenîşdanan de beşdarî kirine.
Herwisa li bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê de bi beşdariya hezaran kes ji xelkê wî bajarê alaya pîroza Kurdistan hate bilindkirin û durûşmên netewî hatinedan.