Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûyerên gelek bi sam li girtîgehên rêjîmê de diqewimin

10:28 - 22 Şibat 2026

Karnasên mafên mirovî yên Saziya Netewên Yekgirtî huşdarî dane ku bûyerên gelek bi sam li girtîgehên rêjîma Îranê de diqewimin û rêjîma Îranê bi rêjeyeke nexuya û bi nihênî girtiyan bidar diveke û bi dizî ve teremên wan binax dike.

Wan karnasên Saziya Netewên Yekgirtî bi belavkirina daxuyaniyekê îşare bi cudatiya amarên rêjîmê û amarên tomarkirî kirine û ragihandine ku amara serast a vê tundûtîjiya rêjîma li hember neraziyan bi ti awayek nayê zanîn.

Wan karnasan daxwaz ji rêjîma Îranê kirine ku bi lezgînî rohnkirinên hewce û zanyariyên li derheq kesên bêserûşûnkirî, bidarvekirî û cihê biaxspartina kesên ku kuştine an li girtîgehan de bidar vekirine, bi lezgînî belav bike.

Piraniya wan şehîdan an li jêr îşkenceyên gelek hovane de têne şehîd kirin û yên têne bidarvekirinê jî, şûnwarên îşkencekirinên hovane bi ser laşê piraniya wan têne xuya.