Piştî derbasbûna zêdetir ji 40 roj ji komkujiya xwenîşanderên aşîtîxwaz li şeqamên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û berdewamiya binçavkirinên hovane a jin, zarok, ciwan û bi temenan li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê “UNICEF”ê bertek ji xwe nîşan da û daxuyaniyek belav kir.
“Edward Bîgbêdir”, birêveberê deverî yê “UNICEF”ê bo Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê bi belavkirina daxuyaniyekê, daxwaza azadkirina lezgîn a zarokên binçavkirî û daxwaza destpêregihjîştina lezgîn bi wan kir.
Herwisa navbirî tekez kir ku zarok, wek kesên mezin nînin û hewcehî bi pêregihîştina taybet hene, standina azadiyê ji wan dikare bandora hertimî li ser geşeya zarokan hebe û UNICEF daxwaza dawîanîn bi binçavkirina zarokan kir, û daxwaza azadkirina lezgîn a wan zarokan kir ku li xwenîşandanên vê dawiyê li Îranê de hatine binçavkirin.