Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê hizbullahê bo şer amade dike

11:15 - 22 Şibat 2026

Pêka rapora Elerebiye, girûpa terorîstî a Hizbullahê niha bi tevavî li jêr kontrola spaha pasdaran de ye û rêjîma Îranê jî xwe bo egera şer digel Amerîka û Îsraîl amade dike, hinek berpirsên spaha pasdaran ji nû de çone Lubnanê û karê wan nûjenkirin û zêdekirina şiyana serbazî ya Hizbullahê ye û her bi xwe jî wan yekeyan bi rê ve dibin.

Herwisa Elerebiye belav kiriye ku spaha pasdaran a terorîst digel yekeya mûşekiya Hizbullahê li cihekê li geliyê Buqa`ê li Lubnanê de hevdîtin kirine.

Li roja Înê de ev dever kevte ber pêleke êrîşên Îsraîlê û zêdetir ji 50 milîsên Hizbullahê hatine birîndarkirin û 12 jî hatine kuştin ku yek ji wan berpirsekî payebilind ê Hizbullahê bûye.