Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 21.02.2026ê, li Teşkîlata Amedê ya PWKyê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz kir.
Endamên PWKyê, nûnerên dezgehên sivîl û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî vê pîrozbahîyê bûn.
Di destpêka pîrozbahîyê de, ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin.
Berdevke PWKyê Hanîfî Tûran moderatorîya çelakîyê birêvebir û bi xêr hatina beşdaran kir.
Paşê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de xwend û di derbarê wate û gîngîya vê rojê de semînerek da.
Herwisa Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja cîhanî a Zimanê Dayikê bi li darxistina merasiman, pîroz kir.
Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Li Kolanên Qoserê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî Pîroz Kir.
Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên Mêrdînê bi minasebeta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî bi rêvebir û endamên xwe ve li Kolanên Qoserê belavokên li ser zimanê kurdî belav kirin.
Endamên PWKyê ji ber avahîya PWKyê dest bi çalakîya xwe kirin. Li Cadeya Ruhayê û li herdu alîyê Qada Azadîye bi muzîka li gel megafonê belavok belav kirin. Cî bi cî bi megafone bi deng sloganên ji bo zimanê kurdî avêtin. Gelê me yê Qoserê ûêşwaziyeke baş nîşanî vê çalakîyê da.
Herwisa Teşkîlata Batmanê ya PWKyê bi minasebeta 21 sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Nevneteweyî bi rêvebir û endamên xwe di saet 13.30 an li Caddeya Gulistanê tevî pankarta xwe civîyan.