Xelkê xebatkarê Kurdistanê!
Hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanî û Îranî!
Azadîxwaz û xebatkarên seranserî welat!
Tevgera siyasî û netewî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dehan sal e bi şêwaza rêkxistinkirî û bi berdewam bi dijî serberedayî û desthilata dîktatoriya navendgira de li pêxema mafên netewî û siyasî yên xwe de xebatê dike. Piştî şoreşa sala 1357 a rojî û hatineserkar a komra îslamî jî Kurdistan her çeper û navenda bingehîn a xebat û berxwedana bi dijî vê rêjîma tepeserker bûye. Kurdistanê li vî heyamî de gelek nirxên giran bo xebat û xweragiriya xwe dane. Şerê bi serdesepandî, dehan rêberên siyasî hatine bidarvekirin û terorkirinê, hezaran xortên xebatkar û çalakvanên siyasî şehîd bûne û li girtîgehan de canê xwe ji dest dane, Kurdistan jî wek cografiyayek dagîrkirî hatiye milîtarîzekirin û bi siyaseta tepeserkirin, talankirin û birinê, ji aliyê hikûmeta komara îslamî ve hatiye birêvebirin.
Em ev Hizbên siyasî yên ku “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê” wajo kiriye, bi piştgirêdan bi dîroka xebat û tekoşîna xwe û bi balkêşandina bi ser hewcehiyên bersivdan û xwetêdedîtin li rewşa siyasî a niha ya Îranê de ku rêjîma komara îslamî ti rewatiyek siyasî bo nemaye, lê mixabin bi sedema nebûna yekîtiya hêzên siyasî yên dijber, heta niha jî sekiniye, li Kurdistanê de me hêz û refên xebata xwe kirine yek û hevpeymaniyek siyasî ragihandî ye. Armanca bingehîn a vê hevpeymaniyê ku piştî qonaxa vegihastina hizr û ra û karên meydanî li “Navenda Diyalog bo Hevkarî”yê de pêk hatiye, yekîtî û hevxebatiya zêdetir bo giringîdana zêdetir bi tevgera siyasî ya Kurd li Îranê û dana giranî û rola zêdetir a Kurdistanê û tevgera siyasiya vê li xebat bi dijî komara îslamî, bidestveanîna maf û azadiyên xelkê Kurdistanê û çawaniya dariştina Îrana Paşerojê ye.
Armanca bingehîn û hevpare me li vê hevpeymaniyê de, xebat bo herifandina komara îslamîya Îranê, bidestveanîna mafê diyarîkirina çarenûsa Kurd û avakirina sitatoyeke niştimanî û dêmokratîk li ser bingeha îradeya siyasî ya netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye. Em bi piştevanîkirin li xebat û nerizayetiya seranserî ya netewên Îranê bi dijî komara îslamî, li vê qonaxê de pêdegirî bi ser hewcehiya hevahengî û hevxebatiya siyasî û meydanî ya li navbera Hizbên siyasî û rêkxiravên medenî yên beşên din ên Îranê dikin. Em tevî piştevanîkirin li pêkhatina qonaxeke vegihastina dêmokratîk û giştgîr, bingeh û mercê heçî hevkarî û hevpeymaniyeke me digel aliyên din, dê bifermînaskirina mafê neteweyî yê netewan, erêkirina dêmokrasî û redkirina her cure dîktatoriyekê ye.
Me li vê hevpeymaniyê de bawerî bi parastina jîngeh û dadperweriya civakî, mafên vekhev ên jin û mêr, erêkirina hilbijartina azad, dabînbûn û bidestveanîna mafên bingehîn ên hemû pêkhateyên netewî û olên Kurdistanê û bi avakirina sîstema birêveberî û dêmokratîk li Rojhilatê Kurdistanê de heye. Hevdem digel hewldan bo avakirina sîstemeke siyasî ya dêmokratîk û sikolar li Îranê ku mafên pêkhateyên netewî û olên cur bi cur ên vî welatî dabîn bike, em bi erkê xwe dizanin.
Baweriya me ev e ku niha zêdetir ji herdemekê, yekîtiya siyasî û hevgotariya aliyên siyasî û tekoşîna hevpar a meydanî, şertê bihêzkirina pêgeha Kurd li hevkêşên siyasî yên berdewam guherên Îranê ye. Lewma digel hemû Hizb û aliyên siyasî yên derveyî hevpeymaniya xwe, em amadeyê hevkarîkirinê ne û em xelkê Kurdistanê jî bo xwedîtin li vê hevpeymaniyê de gazî dikin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
22ê Şibata 2026
Endamên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ev in
- Partiya Azadî a Kurdistanê
- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê
- Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
- Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê
-Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê