Pênc partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li kombûnekê de hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê ragihandin.
Roja Yekşemî 22ê Şibatê, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Partiya Azadî a Kurdistanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, Sazimana Xebat a Kurdistana Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê wajo kirin.
Li vê kombûnê de, rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, got ku avakirina “hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê hewcehiyek girîng a têkoşîna me li Rojhilatê Kurdistanê bû. Ev hevpeymanî berhema çend heyv ji danûstandinan ji bo têgihîştin ji hevdu û hevkariya zêdetir li ser bingeha platformek hevpar bû û bi ragihandina hevpeymaniyê jî, qonaxek nû li têkoşîna hevpar a van hêzên siyasî dest pê dike.
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li axaftina xwe de got ku avakirina vê hevpeymaniyê hewldanek bi kiryar bo yekîtî û yekrêziya li pêxema peydakirina derfetan û nehiştina gef û metirsiyên li Rojhilatê Kurdistanê û bo vê ye ku li guherînên siyasî yên Îran û Kurdistanê de me rol û bandora jêhatiye xwe hebe. rêzdar Mistefa Hicrî tekez kir ku ev hevpeymanî li dijî ti aliyek din a siyasî nîne û berevajî vê, em hêvî dikin ku ev hevpeymanî heta bikare, berfirehtir be û hêz û partiyên din ên siyasî, xwe li nav de bibînin.
Rêzdar Husêyn Yezdanpenah serokê Partiya Azadî a Kurdistanê, Xatûn Peyman Viyan Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, rêzdar Babaşêx Husêynî Sikirtêrê Giştî yê Sazimana Xebat a Kurdistanê û rêzdar Reza Keibî Sikirtêrê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li axaftinên xwe de tekezî li ser hewcehiya hevxebatî, yêkrêzî û berfirehkirina "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" kirin.
Li vê civînê de, du belgenameyên "Platforma Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" û "Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ji aliyê berpirsên yekem ên Hizbên beşdar li vê hevpeymaniyê de hate wajokirin.
Deqa daxuyaniya vê hevpeymaniyê li vê lînkê de bixwînin:
"Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê"