Xwendekaran li çend bajaran de bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember hovitî û cinayetkariyên rêjîmê û kuştina xelkê bi taybet xwendekaran û pizîşkan li ser şeqaman li nav mal û nexweşxaneyan kombûnên berfireh ên nerizayetiyê lidar xistin û yada şehîdên serhildanê bi bilind ragirtin.
Li bajarê Meşhedê de bi beşdariya hezaran kes ji xwendekaran, kombûn û mangirtinek berfireh bo vebîranîna yada şehîdên serhildanê û şermezarkrina cinayetên hovane yên rêjîmê li zanîngeha zanistên pizîşkî bi rê ve ço û wan xwendekaran kincên reş bi nîşaneya tazîgirtin bo wan şehîdên azadiyê, li xwe kiribûn.
Herwisa xwendekarên zanista pizîşkî li bajarê Şîrazê bo nişandana nerziayetiya xwe li hember binçavkirin û sepandina siza bo ser pizîşkan û canjidestdana cihê şik û guman a 2 xwendekarên zanista pizîşkî li zanîngeha pizîkî ya Têhranê, kombûneke berfireh li zankoya pizîşkî li zaningeha zanistên pizîşkî ya bajarê Şîrazê de lidar xistin.