Piştî evê ku 5 part û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, piştî heyamekî zaf gengeşe û diyaloga çêkirina hevpeymaniyekê ji boy hevxebatiyê, di encamê de roja 22 ê Şibatê ev hevpeymanî ava bû û hate ragihandin.
Armanca sereke a vê hevalbendiyê ku sernixûniya rêjîma dîktator a Îranê ye, lewra li kanal û mediayên fermî û sîbere rêjîmê de bertek li hember ragihandina vê hevpeymaniya hêzên Kurdistanî, nîşan da, gelek alî û cereyanên siyasî ku neyarê yekîtî û yêkrêziya gelê Kurd in û nîgeranê bihêzbûn û yêkrêziya partiyên siyasî ye Kurdistanî ne, wan jî bertek nîşan da.
Ragîhandina vê hevalbendiyê ji heçî aliyekê bêhtir, bû cihê keyfxweşiya gelê Kurd û hemî azadîxwazên ku bawerî bi azadî û dêmokrasî û vekhewî û mafê çarenivîsa Kurd hene.
Wekî mizginiyekî dilxweşker û cihê hiviyê, ragîhandina vê hevpeymaniyê, bi germî pêşwazî û hivîdarî û dilxweşiya gelê Kurd û bi taybet endam û alîgirên wan hizbane bi dû xwe de anî.
Avakirina hevpeymaniya han hem li qada siyasî, hem di nava hêzên opozîsyona rêjîma Îranê de û hem li media û ragihandinên Kurdî û Îranî û bîhanî de dengvedanekî mezin hebû.