Danûstandina roja Pêncşemiya dahatî di navbera Amerîka û Îranê, dê dawî derfet be ku ji aliyê Amerîka ve bi rêjîma Îranê tête danê bo qebûlkirina şertên Amerîka, hekî ne egera êrîşekî berfireh a serbazî bo ser Îranê heye.
Qirare roja Pêncşemiyê 7ê Reşemê, gera Sêyem a danûstandina di navbera Amerîka û Îranê li Jênêv ê de bi rê ve biçe, kû li ser pirsa Etomî, Mûşekî, piştewaniya rêjîmê ji girûpên terorîstî li deverê de û mafê mirov, yan digehne encamekî dilxwazê Amerîka, û rêjîma li hember hemî şertên Amerîka de teslîm dibe, yan dê şerekî bê eman li ser rêjîma Îranê destpê biket.
Serkomarê Amerîka ragihand ku heta Pêncşemiyê dê bendê bimîne ku kanê rêjîma Îranê dê çi bike, û ger desthilatdarên Îranê nexwazin lihevkirinê qebûl bikin, dê bo wan gelek giran tewaw be, rengê hindê dide ku ev dawî derfet be ku Tiramp dide Îranê.
Gorî pirûpagende û îdiayên bi gefe desthilatdarên Îranê, ev egera gelek dûre ku Îran û Amerîka lihev bikin, û berpirsên rêjîmê û li serveyî hemîyan Elî Xamineyî, geheştiye vê qinaetê ku Amerîka biryara kuştina wî daye û şer û êrîş jî dê destpê biket, lewra ragihandiye ku ger ez bi her sedemekê nemînim û yan bême kuştin, bila Elî Larîcanî cihê min bigre.