“Roberta Metsola” Seroka Parlemanan Ewropayê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de nivîsandiye: “Xelkê Îranê bi qasî temenê min, li jêr desthilata rêjîmeke olî bi dijwariyan jiyane ku vê rêjîmê şiyana erêkirina dijber, ploralîzm û azadiyê nîne.
Seroka Parlemanan Ewropayê tevî îşarekirin bi 47 sal desthilata rêjîma Îranê ragihand: “47 sal hawarkirina li bêdengiyê, demek gelek dirêj e” û tekezî kir ku ti nivşek li Îranê nabe tirsê wek mafeke jidayîkbûna xwe bo bi mîrat bimîne.
Herwisa Roberta Metsolayê bi reohnî ragihand: “Peyam ji şeqamên Îranê heta Parlemana Ewropayê rohn e, peyam jî ev e : “Dibe Îran azad be û dê Azad jî bibe”.