Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevgera Dêmokratîk a Xelkê Ehwazê peyameke pîrozbahiyê belav kir

10:47 - 24 Şibat 2026

Tevgera Dêmokratîk a Xelkê Ehwazê peyameke pîrozabhiyê bo gelê Kurd û Hizbên avakerê “hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê” şand û li peyama xwe de ragihandiye ku ev tevgera bi rêzgirtin û şanazîkirinê, avakirina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” li gelê şoreşvanê Kurd li Kurdistana Îranê û Hizb û rêkxiravên siyasî yên avakerê vê hevpeymaniyê, pîroz dike.

Herwisa vê tevgerê ragihandiye: Bê şik ev pêngawa girîng û dîrokî nîşanderê geşeya siyasî, seha berpirsayetiya netewî, îradeya hevpar bo yekêtî û hevgirtinê li pêvajoya rawestan li hember zordarî û dagîrkeriyê ye. Yekîtiya hêzên siyasiyên Kurdistanê ne tenê li danûstandinên siyasî yên xebata navxwe de dê dibe sedema bihêzbûna pêgeha gelê Kurd, belku li asta deverî û navnetewî jî bandora yekalîker û tevaker dê hebe.

Em li Tevgera Dêmokratîk a Xelkê Ehwazê, xebata rewaya gelê Kurd bo bidestveanîna mafên netewî, azadî, dadperwerî û mafê diyarîkirina çarenûsê bi beşeke bêveqetîn ji xebata hevpar a hemû gelên jêr sitem û dagîrkeriya Îranê dizanin.

Li dawiyê de em carek din vê destkevta girîng bi gelê birûmetê Kurd û Hizb avakerê vê heypeymaniyê pîroz dikin û bo wan daxawa serkevtin li doza rewaya wan de dikin.

Tevgera Dêmokratîk a Xelkê Ehwazê