Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, jî peyamekî pîrozbahiyê belav kir ku deqa vê wihaye Li Rojhilatê Kurdistanê Tifaqa Hêzên Kurdistanî Pîroz Be

10:51 - 24 Şibat 2026

Em bi dilxweşî û coşeke mezin ve pêşwaziya pêşketina girîng a li qada siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Bi tevî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDKÎ), Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Rêxistina XEBAT ê ya Kurdistanê-Îranê, piştî danûstandinan, “Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistan- Îran” ava kirin û bi daxuyaniyeke hevpar ve ji çapemenî û ji raya giştî re ragihandin.

Li Rojhelatê welatê me, ev gavekî girîng û qonaxeke nû ye. Ev pêngava dîrokî, hêvî û bawerîya serkeftinê li Rojhelatê Kurdistanê xurttir dike.

Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, pêkhatina Tifaqê wekî gavekî dîrokî dinirxînin, hevkarî û hevgirtina birayên xwe yê Rojhilatê Kurdistanê bi dilgermî pîroz dikin û ji hemû partî û rêxistinên tifaqê re serkeftinê dixwazin.

Em piştgiriya xwe li tekoşina hevpar a partiyên Rojhilatê Kurdustanê radigihinin û bawer dikin, ev pêngava bibe nimuneyek bona perçeyên din ê Kurdistanê û diyasporaya Kurd.

Bijî yekîtî û Tifaqa hêzên welatparêz!

Bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê!

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

23’ê Sibata 2026