Parek ji peyamê wihaye:
Bi navê Destaya cîbicîkar ya Șepêla pêşeroja Kurdistana Sûriyê, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ û hevgirtinê ji bo ragihandina hevpeymaniya we ya siyasî ji we re pêşkêş dikin, ku em wê wekî gaveke dîrokî û berpirsiyar di vê qonaxa hestiyar û nazik a ji bo Îran û tevahiya herêmê de dibînin.
Em vê hevpeymaniya nû wekî gaveke girîng ber bi avakirina rêbertiyek Kurdî ya bi bandor li Rojhilatê Kurdistanê ve dibînin, ku bikaribe daxwazên gelê me temsîl bike û mafên wan ên neteweyî û siyasî yên rewa biparêze. Em di yekîtî û hevgirtina we de ronîyek rastîn a hêviyek ji bo bidestxistina armancên gelê me yên azadî, rûmet û xwerêvebirinê di çarçoveyek demokratîk de dibînin ku mafên hemî pêkhateyên civakê garantî dike.
Yekbûna helwest û yekbûna hewildanan di navbera hêzên tevgera Kurd de li hemî beşên Kurdistanê îro pêwîstiyek neteweyî ya lezgîn e.
Em piştevaniya xwe ya tevahî bi we re dubare dikin û amadebûna xwe ya ji bo ragihandin û hevrêzkirinê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên gelê me yê Kurd û doza wan a dadperwer bike, diyar dikin. Em hivya serkeftinê bo we dixwazin
Desteya Cêbecîkar ya Șepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyeyê