Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema xemsariya pizîşkan keçeke Kurd cane xwe ji dest da

10:54 - 24 Şibat 2026

Keçeke Kurd tevî birayê xwe dema ku tendirûstiya wan têk diçe, li nexweşxaneyê de bi sedema xemsarî û şaşiya pizîşkan, vê keçê canê xwe ji dest daye.

Duh roja Duşemî 3ê Reşemeya 1404an, keçeke Kurd ya bi navê (Tîna Kenanî) keça Elfesiya temen 23ê salî, xelkê gundê Koran yê ser bi bajarê Urmiyê bi sedema evê ku pizişkan derziya bedel û şaş bo wê bikar anîne, gurçikên wê ji kar kevtin û canê xwe ji dest da.

Herwisa gorî zaniyariyan, rewşa tendurustiya birayê wê jî di nexwşxaneyê de bi nebaş hatiye ragehandin.

Salane bi sedema xemsariya pizîşkan û dabînnekirina hewcehiyên dermanî ji aliyê rejîmê ve û nebûna îmkanatan bi sedan hevwelatî canê xwe ji dest didin.