Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PYDê avakirina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” pîroz kir

10:55 - 24 Şibat 2026

Hevserokatiya Giştî ya Partiya Yekîtiya Dêmokratîk(PYD) bi belavkirina daxuyaniyekê avakirina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” pîroz kir

Li vê daxiyaniyê de hatiye:

Ev pêngava we li rewşa niha de ku dever û cîhan guherînên bi lez bi xwe ve dibînin, xwediyê girîngiyek dîrokî ye. Bi baweriya me, em hemû li qonaxeke dîrokî û çarenivîssaz de ne, Qonaxek ku têde çarenivîsa gelê Kurd, qewareya siyasî ya her 4 parçeyên Kurdistanê û paşeroja gelên din ên deverê tê diyarîkirin.

Ragihandina vê hevpeymaniyê, guherîneke siyasî ya gelek girîng li karwanê tekoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistyanê de ye. Herwisa bersivek serast û hewce bo vê serdemê ye ku derbasbûn ji hemû dijheviyan, komkirina şiyanan û avakirina dîtingehek netewî ya hevpar dixwaze; dîtingehek ku bikare li hember hemû guherîn û dijwarîyên deverî li ber xwe bide û pêgeha siyasiya Kurd li hevkêşên nû de bihêztir bike.

Li encama tekoşîna dûr û dirêj a gelê me de, heta niha gelê Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê de bûye bikerê bingehîn ê her guherînekê û wênekirina paşeroja deverê. Lewma, wekhevî û girngîdan bi helwîsta hevpar, dikare bandor û karlêkeriya Kurd li vê qonaxa dîrokî de zêdetir bike.

Dîrokê selimandiye ku hêza rastîn a Kurd li yekîtî û yekhelwêstiyê de ye. berdewamkirina tekoşîn bo gihîştin bi dîtingehek niştimaniya berfireh li ser bingeha îradeya gel û mafên wan ên rewa-bitaybet mafê diyarîkirina çarenivîs- binyatek bo avakirina sîstemek dêmokratîk ku daxwaziyê bo azadî, mezintahî û dadperweriyê bi dest ve bîne.

Em li Partiya Yekîtiya Dêmokratîk(PYD), piştevanîkirina tevav a xwe li vê pêngawa we radigehînin û hivî dikin ku ev hevpeymaniya bibe hêvinê qonaxeke nû û berfireh a xebatên hevpar. Em vê bi pêngawek piraktîkî rû bi qahîmkirina yêkrêziya Kurdan dibînin, bi curek ku li Rojhilêatê Kurdistanê de li xizmeta berjewendî û mafên gelê me de be û parêzvanî li tekoşîna dehan saleya wan bike.

Herwisa hivî dikin ku li dema herî kurt de hemû hêzên siyasiyên Kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê, Kongireyek Netewî ya berfireh ava bikin û binyata hevpeymaniya giştî û netewî ava danên; Ev yeka jî bo rêgirîkirin ji wan pîlan û hêrişaneye ku dixwazin careke din, gelê me tûşî qirkirinê bikin, herwisa bo parastin û erêkirina destkevtan li seranserê Kurdistanê de ye.

Hêviya serkevtinê bo vê hewldana netewiya ve dixwazin û vê pêngawê, bi destpêka serdemek nû ya yekgirtin û berpirsayetiya dîrokî dihesibînin.