Gemiya balafirhilgira “USS Gerald Ford” a Amerîkayê ku mezintirîn û pêşkevtîtirîn gemiya balafirhilgir a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ye, li rêya xwe bo aliyê Rojhilata navên ve ji avên Îtaliyayê û li girava “Kirît” ku mezintirîn girava Yûnanê ye, derbas bûye û digel çendîn navên şerkere din ber bi avên Îsraîlê ve diçe.
Hatina vê gemiya Amerîkayê digel çend gemiyên din bo aliyê avên Îsraîlê li halekê de ye ku Donald Trump huşdarî daye hekî rêjîma Îranê mercên Amerîkayê qebûl neke, paşhatên gelek dijwar dê bo berpirsên Îranê hebin.
Pêştir jî gemiya balafirhilgir a “USS Abraham Lincoln” digel dehan balafirên herî pêşkevtî li Rojhilata navên de cihgîr bûye.