Pêka dawî raporên belavbûyî, nerizayetî û kombûn û mangirtina xwendekarên zanîngehên bajarê Têhran û Meşhedê li roja Duşemî 23ê Şibatê de jî berdewam bûye û pêka girtevîdyoyên belavbûy, rêjaya wan xwendekaran li rojên pêştir zêdetir bûye û şer û levdan digel hêzên tepeserkare rêjîmê jî qewimye.
Xwendekarên zanîngeha Firdosî ya bajarê Meşhedê li kombûneke berfireh de bi dijî dîktatorî û Elî Xamineyî durûşm dan.
Xwendekarên zanîngeha Terbiyet Moderis a Têhranê, kombûneke nerizayetî li hewşa vê zanîngehê de lidar xistin û durûşmên dijî rêjîmê dan û tekezî li ser tolhidanê kirin.
Li zanîngeha Xwacê Nesîr a Têhranê de xwendekaran dirûşma Xamineyî qatile wilayeta wî batile dan.
Li zanîngeha Têhranê de jî hêzên ewlehî yên kinc medenî yên rêjîmê hewla binçavkirina hinek xwendekarên berçav û têkdana kombûna nertizaytiya xwendekaran dan ku rastî berxwedan û bersivdana xwendekaran hatin û şer û levdan qewimî û durûşmên wek “bimre sitemkar çi şah be çi rehber, ne seltenet ne rehberî, dêmokrasî û beraberî” dan.
Li zanîngeha Elzehra ya Têhranê de keçên xwendekar li kombûna xwe ya berfireh de dirûşa xamineyî qatile dan û wêneyên kuştiyên ser bi rêjîmê li dîwarên zanîngehê dirandin.
Li zanîngeha Şerîf de jî xwendekaran durûşma îsal sala xwînê ye seyêdelî sernixûne dan.
Herwisa xwendikaran leystoka circemişkekê li jêr navê Elî mişk, yan Xamineyî ku wekî mişkan xwe dike kunê de vedişêre, pê benik lidar vekirin ku peyama hindê dida ku xamineyî bi wan zûkatiyan dê bête bidarvekirin.