Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelek welatan daxwaz ji xelkê xwe kirine ku hekî niha li Îranê de bin, bi lez Îranê terik bikin

16:11 - 24 Şibat 2026

Li egera êrîşa Amerîka bo ser Îranê û qewmîna şer, gelek welatan dawî haydarî dane welatiyên xwe ku ji çona bo Îranê xwe biparêzin û yan evên ku li Îranê de ne, bi lez Îranê terik bikin û wegerne bo welatê xwe.

Dewleta Îraqê daxwaz ji xwendekarên xwe yên li Îranê kir ku bi lezgînê ji Îranê derkevin.

Pêka raporeke tora Yalla ya Îraqê, dewleta Îraqê daxwaz ji xwendekarên xwe yên li Îranê de kiriye ku ji Îranê derkevin û li Îraqê de bi awayê online waneyên xwe bidomînin û bi xwendekarên Îraqî yên li Îranê de pêwendî hatiye girtin ku ji Îranê derkevin û wegerin Îraqê.

Herwisa tora Yalla ya Îraqê daye zanîn ku xwendekarên Îraqê li Îranê de tevî agehdarkirin li egera zêdebûna aloziyan bi sedema dijheviyên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, tekezî kirine ku hemî xwendekarên Îraqî agehdar bikin ku li Îranê de nemînin.

Herwisa welatên Ewropayî û gelek welatên Asiyayî û Erebî û herêmî jî daxwaz ji welatiyên xwe kirine ku bi lez ji Îranê derkevin.

Dewleta Hindistanê jî daxwaz ji hemî welatiyên xwe kir ku neçin bo Îranê, yan evên li Îranê bi lez wegerin bo welatê xwe.