Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Trump ragihand ku biryarderê li derheq rêjîma Îranê ev bi xwe ye

16:23 - 24 Şibat 2026

Piştî belavbûna dengoya dijayetîkirina Fermandeyê Stada Giştî ya Hêzên Çekdar ên Amerîka digel êrîşa serbazî bo ser rêjîma Îranê, Donald Trump ev dengo bi çewtekarî binav kir û ragihand ku biryarderê bingehîn li derheq êrîşkirina serbazî bo ser rêjîma Îranê ev bi xwe ye.

Herwisa Donald Trumpî li derheq Genera “Deniyên Kîn” ku yek ji bihêztirîn generalên Amerîkayê ye ragihand ku navbirî jî wek me naxwaze şer digel Îranê biqewime, lê hekî biryara bo şer bê dan wî jî gotiye ku Amerîka li wî şerî de bi hêsanî dê serkevtinê bi dest xwe ve bîne.

Herwisa Lindsî Giraham, Senatorê payebilind ê Amerîkayê tevî îşarekirin bi danûstandina bê ya li navbera Amerîka û rêjîma Îranê, destxweşî li hewlên Donald Trump kir û ragihand ku dibe em vê rastiyê biselimînin ku digel aliyek çewtekar anku rêjîma Îranê, rûberû ne û ti lihevkirinek naveroka rêjîma Îranê naguherîne û li dawiyê de jî her dibe em êrîşê bikne ser rêjîma axundan.