“Hevpeymaniya Giştgîr bo Azadî û Wekhevî li Îranê” anku “Hembestegiyê Feragîr” bi belavkirina daxuyaniyekê, piştevaniya xwe li avakirina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” ragihand û ev bi pêngawek dîrokî, startejîk, yekalîker û bi bandor li rêkxiravîbûna hêzên rizgarîxwz li Îranê de da zanîn.
Vê hevpeymaniya siyasî li daxuyaniyav xwe de ragihand: “Avakirina vê hevpeymaniyê, bersivek hişmendane bi hewcehiya yêkrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê û geşedan bi rola yekalîker a netewa Kurd li hevkêşên çarenûssaz ên Îranê ye.
Vê hevpeymaniyê tekez kiriye ku azadî, dêmokrasî û dadperwerî li Îranê, bi bê fermînaskirina mafên netewiyên Kurd û netewên din û rûniştiyên li wî welatî de, nayê bidestveanîn. Mafê diyarîkirina çarenivîs, xwebirêveberiya dêmokratîk û wekheviya tevav a siyasî û yasayî ya netewan, koka her sîstemeke siyasi ya azad û wekhev li Îranê de ye ku nabe neyê berçavgirtin.
Hevpeymaniya Giştgîr li vê daxuyaniyê de piştevanîkirina xwe li armancên “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” ên wek xebat bo herifandina rêjîma îslamiya Îranê û cihgîrkirina deshilatek dêmokratîk û sikolar, dabînkirina mafên jinan, dadperweriya civakî û parastina jîngehê, ragihand û ev hevpeymaniya bi sedemek bo bihêzbûna eniya rêzgarîxwaziya xelkê Îranê da zanîn.
Herwisa Hevpeymaniya Giştgîr, amadebûna xwe bo hevahengiya siyasî û cehdên hevpar bo guherîna pêkhateya deshilatê û avakirina Îraneke çendîn netewî, dêmokratîk û wekhev, ragihand.