Hejmarek ji pizîşk û pisporên çavan, bi belavkirina daxuyaniyekê tevî nîşandana nigeraniya xwe, li derheq zêdebûna rêjeya korbûna hertimî û derbên bê veger ên çavan li nav xwenîşanderan bi taybet ciwanan, huşdarî dan û tekez kirin ku ev birîn, li encama bikaranîna berfireh û xoserane ji çekên saçmeyî ye ku bi awayê rasterast serûçavên xelkê kirine armanc.
Pizîşkan tekezî kirine ku kor kirina mirovan, li her rewşe de alava kontrolkirinê nîne, belku mînaka rohn a îşkencekirin, binpêkirina kerameta mirovî û kiryarek tawankarane ye ku pêka ti yasa û pirensîpeke olî, yasayî û exlaqê pizîşkî, rêpêdayî nîne.
Hêzên hov ên rêjîmê bilî teqe kirin bi çavên xwenîşanderan, bi çekên saçmeyî li mewdaya gelek nêzîk ve teqe bi serê xwenîşanderan kirine ku bûye sedema cudabûna beşek ji serê wan ku li hinek girtevîdyoiyan de hatine dîtin.