“Partiya Maf û Azadiyan HAK – PAR” peyamek li derheq avakirina “Hevpeymaniya Hiznên Siyasî yên Kurdistana Îranê” bo Hizba Dêmoktar şand.
Deqa peyamê wiha ye
Birêz Mistefa Hîcrî
Em hevpeymaniya we ya dîrokî pîroz dikin û ji dil serkeftinê jê re dixwazin.Em bi dilxweşî pîrozbahiyê li partiyên siyasî yên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku, di bin şert û mercên krîza kûr a rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, bi biryar û yekdengî li hev civiyane û “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” ava kirine.
• Hilweşandina rejîma zordar û kevnar a Komara Îslamî ya Îranê,
• Bidestxistina mafê çarenûsiya neteweyî yê gelê Kurd,
• Avakirina rêjîmek neteweyî, demokratîk û federal li ser bingeha îradeya azad û siyasî ya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.
Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi dehan salan e di bin zilm, darvekirinên siyasî, polîtîkaya asîmîlasyonê ya sîstematîk û dorpêçkirina aborî de dijî. Di vê qonaxa dîrokî de, ku xwepêşandanên gelêrî li seranserê Îranê berdewam in, zextên navneteweyî zêde dibin û rejîm di qonaxeke lawaziyê de ye, avakirina vê hevpeymaniyê gaveke pir girîng û stratejik e ku destê têkoşîna Kurdî xurt dike.Wekî Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), em bi rêzdarî qebûl dikin ku biryara dawî di diyarkirina çarenûsa xwe de bidestê gelê Rojhilatê Kurdistanê ye. Em statuya federal a Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraneke nû de wekî armanceke rast, realîst û pêwîst dinirxînin û piştgiriya xwe ya tam ji bo vê armancê radigihînin.Em bi hêvî ne ku ev hevpeymanî dê bi lez û bez mezin bibe, bibe platformeke yekgirtî ya hemû hêzên neteweyî yên Kurd û di diyarkirina paşeroja Îran û azadiya gelê Kurd de bibe aktorek sereke û bi bandor.Bi hêviya azadiya zû ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê em ji dil serkeftinê ji we re dixwazin û piştgiriya xwe ya bê şert nîşan didin.
Bi rêzdarî,
Düzgün Kaplan
Serokê Giştî
PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN HAK – PAR