Roja Duşemî “Îvêt Kûpêr” Wezîra Derve ya Birîtaniyayê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku 10 kes bi sedema rêxweşkirin bo tepeserkirina tundûtîj a nerizayetiyan li Îranê de û herwisa hêza întizamiya rêjîma Îranê bi sedema rola wan li binpêkirina micid a mafên mirovî yên wek azadiya gotinê, sînordarkirina kombûnên aşitîxwazane û hinek mijarên wek binpêkirina mafê jiyanê, xistin nava lîstê dorpêçan.
Wezîra Derve ya Birîtaniyayê ragihand ku xelkê Îranê li heftiyên derbasbûyî de li hember hovitî û tepeserkirinê de bi tenê bo bidestveanîna mafên xwe yên rewa, bivêriyek ecêb ji xwe nîşan dan û rapor û dîmenên vê tepeserkirinê, gelek nexweş û tundîtîjî in û li seranserê cîhanê de belav bûne ku gelek bi sam in.
Serweta wan kesan li Birîtaniyayê de tê zewtkirin û hebûna berpirsayetiya wan û serdana wan bo Birîtaniyayê hatiye qedexekirin
Navên hejmarek fermandeyên payebilind ên polîs, berpirsên spaha pasdaran a terorîst û dadwerên rêjîmê, li vê dorpêçê de têne dîtin.