Roja Çarşemî 25ê Şibatê, rojnameya Lomond a Firansê bi balavkirina raporekê daye zanîn ku pêka gotina karnasan û şahidiya girtiyên azadkirî, pêvajoya dadgehîkirin û sepandina lezgîn a sizaya bidarvekirinê bi ser girtiyan û rewşa gelek xirab li girtîgehên rêjîmê, wênayeke gelek nigeranker dide nîşandan.
Li vê raporê de mînakek ji sepandina lezgîn a sizaya bidarvekirinê bi ser 7 ciwanên nerazî bi tuhmetên “miharebe” û “Îfsad fi arz”, bê hebûna parêzer û îtirafkirina li jêr îşkenceyan û bi zorê, nîşaneya destpêkirina qonaxeke nû ya zêdebûna bidarvekirinan li Îranê ye û pêka gotina karnas û pisporan, pêvajoyeke gelek lezgîn, berdewam û bi dijî hemû yasayên dadwerî ya cîhanê, bi rê ve diçe.
Herwisa li vê raporê de îşare bi rewşa gelek xirab a li nav girtîgehan rêjeya çendîn qat zêdetir ji rêjeya standard li girtîgehan, çaresernekirina birînên birîndarên binçavkirî, lêpirsînên demdirêj û givaşxistinên hundirî û gefxwarin li girtiyan û malbatên wan hatiye kirin.